ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-08-2026
20 tebax, 2026   02:00

Şêniyên bajarê Girkê Legê dan zanîn ji bo serketina pêvajoya aştî û civaka demokratîk divê gavên pratîk û cidî bên avêtin, destpêka wê jî divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. Hebûna Rêbertî ya derveyî girtîgehê û beşdariya wî ya yekser di nava pêvajoyê de wê rêya diyalogê bighîne qonaxeke nû ya aştî û istiqrarê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Kampaniya Şemal a Reklaman bi hevkariya Gerînendeya Çandê ya Hesekê dê bi sernavê “Festîvala Bazara Sûriyeyê”, di navbera 25-29’ê Îlonê (2026) de festîvalekê li bajarê Qamişloyê li dar bixe. Kampaniya Şemal niha amadekariya festîvalê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Cotkaran anîn ziman ku ji ber derengiya dayîna pereyên wan dibe ku nikarbin amadekarî ji bo demsala çandiniyê bikin û polîtîka hikûmetê ya çandiniyê rexne kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Serokê nîvîsgeha têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Salih El Zewbei bang kir ku têkiliyên xwe yên civakî biparêzin û li hemberî fitne û provokasyonan baldar bin.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

Perwerdeyên fêrkirinê yên karmendên perwerdeyê li Parêzgeha Hesekê ku di çarçoveya amadekariyên destpêkirina sala xwendinê ya 2026-2027`an de pêk tên, didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Merasîma cenaze ya endama Tevgera Çand û Hunerê ya Hesekê Mistefa Îbrahîm li Pakrewangeha Şehîd Dijwar tê lidarxistin, saet 08.30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya sedsaliya bajarê Qamişloyê, Gerînendeya Bajarê Qamişloyê şahiyekê li parka Azadî li dar dixe, saet 18. 00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîhrîcana Qamişlo ya Çandê ya ji aliyê HRRK‘ê ve hatiye lidarxistin di roja 4‘an de dewam dike. Dê panelek were li darxistin û pirtûka "Dîroka Cihûyên Qamişloyê" ya nivîskar Faris Osman were îmzekirin, her wiha nivîskar Faris Osman were xelatkirin, saet 19.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê bi boneya sedsaliya sînameya Kurdî semînerekê bi sernavê "Sînemaya Kurdî ji Kurdistana Sor heya Rojava" organize dike. Semîner li Parka Xwendinê ya bajarê Hesekê ji aliyê lêkolîner Ebdulwehab Pîranî vê tê dayîn, saet 19.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)