Li Qamişloyê semînera “Edaleta veguhêz di navbera rewş û hêviyê de”

Di panela li bajarê Qamişloyê ya li ser rewşa edaleta veguhêz û asoyên pêkanîna wê li Sûriyeyê hat lidarxistin de rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên civakî amade bûn.

19 tebax, 2026   23:26
QAMIŞLO

Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li ser bajarê Qamişloyê bi sernavê “edaleta veguhêz di navbera rewş û hêviyê de” li dar xist. Armanca ji panelê lêkolînkirina mekanîzmayên pêkanîna edaletê û avakirina siberojeke aram li Sûriyeyê piştî salên şer û desthilatê.

Panelê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Dûre têgeha edaleta veguhêz, pêşdeçûn û mekanîzmayên pêkanîna wê hat pêşkêşkirin. Sekreterê Rêxisina Hevgirtina Afro-Asyayî Dr. Mihemed Îhsan li ser kokên krîza Sûriyeyê axivî û bal kişand ser salên paşguhkirin, cudahî û hilweşîna rewşa debarê û xizmetguzariyê û bandora wan li ser tevahî pêkhateyên Sûriyeyê ji nav jî Kurd.

Îhsan diyar kir ku têgeha edaleta veguhêz piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn derket, dûre weke têgeh û bikaranîna wê di salên 1990’an de hat bikaranîn.

Îhsan bal kişand ser ferqa di navbera edaleta cinaî û edaleta veguhêz de û got edaleta cinaî girîngiyê bi awayekî bingehîn dide hesabpirsîna ferdan, lê edaleta veguhêz binpêkirinên çareser dike, saziyên dewlet û civakê çaksazî dike da ku hesabpirsîn, edalet û lihevanîn pêk bê.

Di dewama axaftina xwe de Îhsan diyar kir ku edaleta veguhêz ne tenê li Sûriyeyê tê bicihanîn, lê temsîla rêyeke bingehîn a avakirina siberojeke aram dike û girîngî da çareserkirina şopên binpêkirinan, belgekirina sûc û parastina nifşên nû ji wan sûcan.

Dr. Mihemed Îhsan behsa dosyayên girêdayî edaleta veguhêz weke çaksazîkirina siyasî û qanûnî, ji nû ve sazûmankirina saziyên dewletê, misogeriya pergala hilbijartinê ya adilane û zelal, xurtkirina rêgeza hemwelatîbûnê û wekheviyê , tevlêbûna jinan di jiyana rojane de û çareserkirina beşa perwerdehî û pêşxistina mataryanaln.

Îhsan girîngî da danîna berjewendiya welatî di ser tiştî re, ji bilî nasname yan jî aîdetbûna wî û peydakirina ewlehî û başkirina rewşa aborî û xizmetguzariyê. Ev yek jî dikeve ji nû ve xizmetî avakirina baweriyê di navber civak û saziyên dewletê û xurtkirina aîdetbûna welatî bi awayekî aktîv.

Di dawiyê de deriyê nîqaşê li pêş amadebûyan hat vekirin. Dr. Mihemed Îhsan bersiv da pirsên li ser rêbazên pêkanîna edaleta veguhêz û daxwazên qonaxa bê li Sûriyeyê.

(f)