Îsraîlê ji nû ve destpêkirina şerê li dijî Xezayê ragihand

Îsraîlê ragihand ku ji nû ve şerê li dijî Xezayê dest pê bike.

Îsraîlê ji nû ve destpêkirina şerê li dijî Xezayê ragihand
1 kanûn, 2023   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî agirbesta 7 rojan a di navbera Îsraîlê û Hemasê de dewam kir, îro careke din Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê ji nû ve şerê li dijî Xezayê dest pê bike.

Radyoya artêşa Îsraîlê anî ziman ku balafirên şer tevahî Xezayê bombebaran dikin û niha nuqteyên Hemas ên li Xezayê tên hedefgirtin.

(fr)