Îsraîlê jenosîda li dijî Ermeniyan nas kir

Hikumeta Îsraîlê jenosîda li dijî Ermeniyan nas kir û wekî "Erkekî exlaqî û dîrokî" pênase kir.

Îsraîlê jenosîda li dijî Ermeniyan nas kir
28 hezîran, 2026   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Aloziya di navbera Enqere û Tel Avivê her du diçe zêde dibe. Hikumeta Îsraîlê bi erêkirina hemû wezîran jinosîda ku Osmaniyan di sala 1915‘an de li dijî Ermeniyan pêk anîbû, nas kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saiar ku ev pêşnume pêşkêş kiribû, di civîna hikumetê de got "Ji bo kirina tiştê rast qet ne dereng e."

Saiar roja pêncşemê pêşnumeya naskirina jenosîda Ermeniyan pêşkêş kiribû got: "Ev pêşnume li ser bingeha erka exlaqî û dîrokî hat kirin."

Saiar anî ziman ku Îsraîl dê qirkirina ku di serdema dawî ya Osmaniyan de li dijî gelê Ermenî hatiye kirin nas bike û got, pêşnume înkarkirin, biçûkxistin an jî tahrîfkirina van bûyeran jî şermezar dike.

(bb)