Girtiyê siyasî bi 6 sal cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin

Dadgeha Îstînafê ya Tehranê 6 sal cezayê girtîgehê bi ser Rêbwar Marawî yê 27 salî de sepand ku di dema xwepêşandanên vê dawî yên gelên Îranê de bi tometa ‘hevkariya bi Îsraîlê’ re hatibû binçavkirin.

Girtiyê siyasî bi 6 sal cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin
28 hezîran, 2026   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafê Mirovan a Hana bi raporekê ragihand ku duh (27’ê Hezîranê) Dadgeha Îstînafê ya Tehranê cezayê ji bo girtiyê siyasî Rêbwar Marawî yê 27 salî, pejirand.

Girtiyê siyasî Rêbwar Marawî yê xelkê gundê Maraw a ser bi bajarê Kamyaran û niştecihê Tehranê, di xwepêşandanên vê dawî yên gelên Îranê de hatibû binçavkirin û bi tometa ‘hevkariya bi Îsraîlê re’ 10 sal cezayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin. Li gorî biryara nû ya Dadgeha Îstînafê, 4 sal ceza hate daxistin û 6 sal cezayê girtîgehê ji bo Rêbwar Marawî de hate erêkirin.

Rêbwar Marawî di êvara 9’ê Çileya 2026’an de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li Tehranê hate binçavkirin û piştî mehek girtinê, bi dayîna bertîl bi awayekî demkî heta temambûna darizandinê, hatibû berdan.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hana da zanîn ku Rêbwar Marawî ji dema hatî binçavkirin heta biryara dawî, ji hemû mafên xwe yên sereke yên wekî gihîştina bi parêzerê xwe, peywendî û dîtina li gel malbata xwe û hebûna derfeta pêwîst ji bo parastina bandor hatiye bêparkirin.

Her wiha Rêxistina Hana destnîşan kir ku proseya lêkolîna li vê dosyeyê bêyî berçavgirtina kêmtirîn garantiyên dadgehkirineke dadperwerane bi rê ve çûye. Bêparkirina Rêbwar Marawî ji mafê parsatinaxwe û nebûna parêzer di qonaxa lêkolînê de, şerîeta yasayî ya tevahiya hukmê dixe bin pirsiyarê. Ev nêzîkatî bi zelalî binpêkirina peymanên nêvdewletî yên Îranê ne.