Îsraîlê êrişî Xezayê kir: kesek hat kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li ser Beyt Lahiya ya bakurê Xezayê de kesek hate kuştin û hinên din birîndar bûn.

Îsraîlê êrişî Xezayê kir: kesek hat kuştin
12 tebax, 2026   21:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişa Îsraîlê ya li dijî komeke welatiyan li nêzî çerxerêya xerbî ya bajarokê Beyt Lahiya yê bakurê Şerîda Xezayê de Filistîniyek hat kuştin û hin birîndar bûn.

Saziya Parastina Sivîl a Xezayê diyar kir ku tîmên wê cenazeyê Muhened Seide veguhastin û hejmarek birîndaran rakirin Nexweşxaneya Şîfa ya Xezayê.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wê êrişî komekê kiriye û tehdîd têk bir.

Nexweşxaneya Nasir a Xan Yûnis jî daxuyand ku zarok û mêrek bi parçeyên bombeya droneke Îsraîlê birîndar bûne gihîştin nexweşxaneyê

Jêderekî ewlehiyê jî daxuyand ku artêşa Îsraîlê obîs avêtin û gule li deverên cuda yên Şerîda Xezayê barandin.

(f)