Li Kobanê keçek bi guleya bêserûber birîndar bû

Li Kobanê keçek bi guleya bêserûber birîndar bû. Malbata wê daxwaza qedexekirina avêtina guleyan kir.

Li Kobanê keçek bi guleya bêserûber birîndar bû
Li Kobanê keçek bi guleya bêserûber birîndar bû
Li Kobanê keçek bi guleya bêserûber birîndar bû
Li Kobanê keçek bi guleya bêserûber birîndar bû
Li Kobanê keçek bi guleya bêserûber birîndar bû
12 tebax, 2026   22:06
KOBANÊ

Ciwana bi navê Sara Efendî (22) vê êvarê bi guleya bêserûber dema li pêş mala xwe ya li Kobanê birîndar bû. Sara rakirina nexweşxaneyê

Jêderên tibî diyar kir ku Sara di lingê xwe de birîndar bû. Tîmên tibî gule ji lingan derxist û rewşa wê aram e.

Malbatên Sara got ew li pêş mala xwe bûn, qîrîn bihîstin, dîtin ku gule li lingê keça wan ketiye.

Malbatê banga li şêniyan kir ku guleyên bêserûber neavêjin û got şahî dikarin bi rêbazên dîtir jif bilî guleavêtin werin kirin, nexasim di havînê de hemû şênî li derve û li ser banên malan in.

Di bone û şahiyan de bûyerên wiha dubare dibin. Şênî daxwaza tundkirina tedbîrên sînorên guleyên bêserûber kir.

(f)

ANHA