Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 9 kes hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de 9 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê jî got wê nuqteyên Hizbullahê bombebaran kirine.

Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 9 kes hatin kuştin
15 tebax, 2026   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê (NNA), di êrişa Îsraîlê ya li dijî bajarokên Ensar û Dêr El Zehranî yên başûrê Lubnanê de 9 kes hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.

Ajansê ragihand ku di êrişa li bajarokê Ensarê ya li dijî malekê de, ji malbatekê  3 zarok û 2 jin 7 kes hatin kuştin û li bajarokê Dêr El Zehranî jî 2 kesên din hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê jî îdia kir ku baregehên Hizbullahê kirin hedef.

Serokê hikumeta Lubnanê Newaf Selam êriş şermezar kir û got, qurbaniyên li Ensarê ji wan zarok û jin ne armancên leşkerî ne.

(f)