Îsraîlê êrişî dibistanekê li Cibalya kir: 19 kes hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li dijî dibistanekê li Cibalyayê ya li Xezayê de, 19 kes hatin kuştin. Her wiha Wezareta Tenduristî ya Filistînê destnîşan kir ku di dibistanê de koçber hatibûn bicihkirin.

Îsraîlê êrişî dibistanekê li Cibalya kir: 19 kes hatin kuştin
17 cotmeh, 2024   18:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Midhet Ebas ragihand ku hêzên Îsraîlê dibistanek li Ciblaya ku tê de koçber hebûn hedef girt. Di encamê de 19 kes di nav de 10 zarok, hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Ajansa nûçeyan a Filistînê da zanîn ku artêşa Îsraîlê dibistana seretayî ya Ebû Hisên a ku girêdayî ajansa Xews û UNRWA'yê ye, bombebaran kir..

Ji 7'ê Cotmeha 2023'yan ve şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de didome. Heta niha nêzî 42 hezar û 438 kes hatine kuştin, 99 hezar û 246 jî birîndar bûn, piraniya wan zarok û jin in. Her wiha bi hezaran jî di bin kavilan de winda ne.

(mh)