Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamekî wan di encama krîza dil de dema li ser karê xwe bû gihaşt asta şehadetê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir
17 cotmeh, 2024   18:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê wan ê bi navê Ehmed El Fenoş dema li ser erka xwe bû di encama krîza dil de gihaşt asta şehadetê.

Navendê diyar kir ku şehîd di erk û peywirên xwe de mînaka wefedariyê bû. Bi rihê berpirsiyartiyê dihat naskirin û di parastina civaka xwe û pêkanîna îstîqrara herêmê de kêliyekê dudilî nebû.

Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:

Nav û paşnav: Ehmed El Fenoş

Navê bav: Hisên

Navê dayikê: Fatme

Cih û dîroka jidayikbûnê: Recem El Fêdat, 1/3/1983

Cih û dîroka tevlêbûnê: Hesekê,27/6/2021

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 16/10/2024.

(fr)

ANHA