Îsraîlê êrişî başûrê Lubnanê kir: 2 kes hatin kuştin

Balafireke bêmirov a Îsraîlê li bajarê Nebetiyê yê başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir, di encamê de 2 kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Îsraîlê êrişî başûrê Lubnanê kir: 2 kes hatin kuştin
6 cotmeh, 2025   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Lubnanê daxuyand ku balafireke bêmirov a Îsraîlê li bajarê Nebetiyê yê başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir, di encamê de 2 kes hatin kuştin û yek jî birîdnar bû.

Li gorî Ajansa Neteweyî ya Ragihandina Lubnanê, balafira bêmirov a Îsraîlê, li ser rêya Zibdên-Nebetiyê, bi 2 mûşekan erebe bombebaran kir.

(fr)