250 ton ard derbasî Siwêdayê bû

Tevî 50 ton ji alîkariyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 250 ton ard derbasî Siwêdayê bû.

250 ton ard derbasî Siwêdayê bû
6 cotmeh, 2025   15:29
SIWÊDA

Komeleya Mezopotamya ya Alîkarî û Geşepêdanê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4’ê Cotmehê bi hevkariya Heyva Sor a Sûriyeyê 50 ton ard û xurekên din ber bi Siwêdayê ve bi rê kiribû.

Li gorî rêveberê firinên li Siwêdayê, miqdara ard ku Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) şandiye û 50 ton ku ji aliyê Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê ve hatiye şandin, têra 2 rojan nake.

Duh li bajarên Siwêda, Şehba û Selxedê ji ber tunebûna ard piraniya firinên giştî û yên taybet hatin girtin.

Ji Tîrmeha borî ve, piştî rageşiya leşkerî ya Siwêdayê, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê genim li ser Siwêdayê qut kiriye. Ji ber wê firin xwe dispêrin alîkariyên ku WFP û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişînin.

Li gorî çavdêran, pêdiviya Siwêdayê rojane bi derdora 120 ton ard heye. Lê 2 parên ku hefteya borî hatine şandin vê miqdarê derbas nake.

(bb)

ANHA