Îsraîlê li Xezayê avahiyek bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê avahiyeke pirqatî li bajarê Xezayê bombebaran kir û destnîşan kir ku tevgera Hemasê ji bo armancên leşkerî avahî bi kar dianî.

Îsraîlê li Xezayê avahiyek bombebaran kir
7 îlon, 2025   20:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee eşkere kir ku artêşê Îsraîlê êriş avahiyeke pirqatî li bajarê Xezayê kiriye ku ji hêla tevgera Hamasê ve dihat bikaranîn. Li gorî Adraee, Hamasê alavên berhevkirina îstîxbaratê di hundirê avahiyê de bi cih kiribûn ji bo ku cihê artêşê li herêmê bi şopîne.

Avichay Adraee wiha domand: “Di çarçoveya amadekariyên me de ji bo lidarxistina rahênanan ji hêzên bejahî re, endamên Hemasê li nêzî avahiya ku behsa wê tê kirin, li dijî hêzên me bombe bi cih kiribûn.”

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay diyar kir ku “beriya êrişê, gelek gav hatin avêtin” da ku zirar li kesên sivîl neyê.

(ac/şx)

ANHA