Xwendekarek 2 caran ji mirinê rizgar bû

Bi êrişa komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî bajarê Siwêdayê re, jiyana Mecid Ridwan veguherî kabûsê. Ji ber ambargoyê rewşa Mecid bû nexweşeya “Asîdoza Diyabetîk" ya kujer. Mecid wan kêliyan bi gotina “Ez du caran ji mirinê rizgar bûm" vedibêje.

Xwendekarek 2 caran ji mirinê rizgar bû
8 îlon, 2025   04:50
SIWÊDA

Di hindirê Siwêda ya di rewşeke bê aramî û ewlekariya dijwar re derbas bû, jina ji Siwêda ya bi navê Rewa El Erbîd kêliyên pir bi êş yên kurê wê Emced Ridwan bi mirinê re rû bi rû ma, vedibêje. Mecid nexweşê şekir, bi rêjeya yekem e. Lê zehmetiya wan ne tenê ev bû, kirinên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz, her wiha nebûna kehrebeyê û têkçûyîna rewşa tenduristî di bajarê Siwêdayê de bûn ku rewş girantir kir.

Mecid şagirtinê asta amadeyî ye, amadekariya ezmûnan dikir. Lê ji nişkê ve jiyana wî veguherî kabûsê. Dayika Mecid a kelegirî dibû bîranîna êrişa li dijî mala xwe wiha anî ziman: “Bi çek û agir bi ser me de hatin. Mala me şewitandin. Pirtûk û kompiyûterên zarokên min hemû şewitandin. Erebeya kurê min dizîn. Bi çekan û bi hovîtiyek mezin girtin ser me. Hewl dan keça min birevînin. Min xwe da pêşiya wan. Ez ketim navbera wan û zarokên xwe de. Berê çekên xwe dan serê min. Min her çar zarokên xwe ji wan rizgar kirin.”

Ji ber tirs û dîmenê bi êş a êrişa li ser mala wan, rewşa Mecidê nexweş dijwartir bû û ket rewşa “Asîdoza Diyabetîk” bi taybet ji ber piştî wê dermanê ensolin peyda ne dikir. Dayika Mecid, li ser rewşa kurê xwe ev tişt anî ziman: “Rewşa kurê min dijwar bû. Destwerdana bijişkî nîn bû. Elktrîk qut bû, bûzxane ne dixebitî, ji lewma encolîna heyî xira bû. Di encamê de nîşaneyên nexweşiyê li ser kurê min derketin. Pir tî dibû û ji hiş diket. Min qet ne dizanî gelo dê heta saetên sibê bijî, an na.”

Piştî çekdarên hikûmeta veghêz ji Siwêda û derdora wê vekişiyan, malbatê Mecid birin nexweşxaneya Selxed. Li vir tîmên tenduristiyê bi lez ketin tevgerê.  Mecid wan saetên bi êş ku di navbera mirin û jiyanê de bû wiha vedibêje: “Dektor Selah Munzir ensolina cemidandî da min. Wê demê min hîs kir ku ez careke din hatim dinê. Ez carekê ji nexweşiyê û cara din ji guleyên çekdaran rizgar bûm."

Dayika Mecid, Rewa El Erbîd li ser çekdarên êriş li dijî Siwêda pêk anîn ev tişt anî ziman: “Êrişkarên terorîst terorek derbasî Siwêda bibûn. Ne wekî xelkên Siwêdayê bûn. Me terorek wekî wan berê ne dîtiye. Me êrişî tu kesî ne kiriye. Çima ew ê êrişî me bikin.”

Keça Rewa ya 23’yê salî jî li ser êrişê wiha axivî: “Me dibistana xwe, pirtûk, pênas û heta xewnên xwe winda kirin. Lê hemd ji xwedê re birayê min hîn dijî û endamên malbata min baş in.”

Di bajarekî de tevlihevî û bê aramî çêdibe, xizmetguzarî  û ewlehî têk diçin. Ji lewma çîrokên wekî yên Mecid zêde dibin, bi taybet ên nexweşê şekir û nexweşên din ên giran.

Rewa di dawiya axaftina xwe de êşa xwe bi van gotinan anî ziman: “Me her tişt ji dest da. Lê me mirovahiya xwe ji dest neda. Em dixwazin tenê bijîn, zarokên me fêr bibin û dermanên wan peyda bibin.”

Li Siwêda bi êrişa komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyê  re ku di 13’ê tîrmehê de destpê kir, rewşeke bê aramî ya dijwar derket. Di encamê de 2 hezar û 26 kes hatin kuştin. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji wan 769 kes hatin îdamkirin. Alozî bi navbênkariya navneteweyî di 19’ê tîrmehê de bi dawî bû. Aliyên şer li ser agirbestê li hev kirin.

(dc)

ANHA

ANHA