DYA derdora 50 kes dersînor kirin

DYA’yê derdora 50 kes dersînor kirin ku piraniya wan îranî ne û hin Ereb in.

DYA derdora 50 kes dersînor kirin
8 kanûn, 2025   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya New York Times ku agahiyên xwe dispêre rayedarên Îranê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) derdora 50 kes dersînor kirin.

Rayedar got, welatî ku piraniya wan îranî û hin ji Ereb bûn, bi helîkoptereke kirêkirî ji Arizona ber bi Misir û Kuweytê ve hatin dersînorkirin.

Wezareta Ewlehiya Navxweyî ya DYA’yê der barê mijarê de daxuyanî neda. Lê rayedarekî amerîkî got, ’’geşt rûtîn bû û rêwiyên ji nasnameyên din jî tê de bûn. ’’

Rêveberê Kar û Barên konsulxaneyê ya Wezareta Karên Derve ya Îranê Mojtaba Şastî Kerîmî, jî got, welatê wî li bendê ye ku nêzîkî 55 kesên dersînorkirî pêşwazî bike. Kerîmî anî ziman ku ji ber "muameleya nemirovane" û "siyasetên nijadperest û dijî-koçberan" li DYA’yê ganic hene.

(b)