Di êrişa Îsraîlê de fermandarekî Hemasê hat kuştin

Hate ragihandinên ku di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de fermandarekî Tûgayên El Qesam ên Hemasê û kesekî ji Sûriyeyê hatine kuştin.

Di êrişa Îsraîlê de fermandarekî Hemasê hat kuştin
13 adar, 2024   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa NNA’yê ya Lubnanê, Îsraîlê bi balafireke bêmirov a biçek rêya Hewş a başûrê bajarê Siwer ê Lubnanê bombebaran kir. Hate ragihandinê ku di encamê de filistîniyek û kesekî ji Sûriyeyê hatine kuştin.

Televîzyona El Eqas jî ragihand ku fermandarekî Tûgeyên El Qasm (Baskê leşkerî yê Hemasê) û kesek ji Sûriyeyê hatine kuştin. Hate gotin fermandar di erebeyê de bû û kesê ji Sûriyeyê di kêliya êrişê de bi motorsîklêtê di rê re derbas dibû.

Medyaya Îsraîlê îro ragihand ku ji Lubnanê gelek moşek ber bi Girên Colanê ve hatine avêtin. Hate ragihandin Îsraîlê roja sêşemê li rojhilatê Lubnanê 2 baregehên Hizbullahê kirine hedef. Li gorî çavkaniyên ewlehiyê di êrişê de bi kêmanî kesek hatiye kuştin û bi dehan kes birîndar bûne.

(bb)