Di êrişa DAIŞ’ê de leşkerekî Şamê hat kuştin

Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li bejahiya Tedmûrê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin.

Di êrişa DAIŞ’ê de leşkerekî Şamê hat kuştin
13 adar, 2024   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) çeteyên DAIŞ’ê bi çekên navîn û sivik êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li bejahiya Tedmûrê ya Himsê kir. SOHR’ê da zanîn ku di êrişê de endamekî "Dîfa El Wetenî" hatiye kuştin.

Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka îsal ve di 75 êrişên DAIŞ’ê yên li bejahiyên Dêrazor, Reqa û Himsê de, yek jê zarok, 34 sivîl, 147 leşkerên hikumeta Şamê û alîgirên wê hatin kuştin. Di encama bersivdayîna van êrişan de jî 22 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.