Dewleta dagirker 6 jê jinên ciwan, 15 kes revandin û birin Tirkiyeyê

Dewleta Tirk a dagirker 15 welatiyên Sûriyeyê yên ku revandine, birin girtîgehên li Tirkiyeyê. Di nava revandiyan de 6 jinên ciwan jî hene.

Dewleta dagirker 6 jê jinên ciwan, 15 kes revandin û birin Tirkiyeyê
13 adar, 2024   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker 15 welatiyên Sûriyeyê yên ku revandine, ji herêma Kefer Cenê ya gundewarên Efrînê birin girtîgehên li Tirkiyeyê. Di nava revandiyan de 6 jinên ciwan jî hene.

Çavkaniyan da zanîn ku ew 15 kes beriya 2 mehan hatibûn revandibûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên ku dagir kirine, bi armanca standina fidyeyê û guhertina demografiyê revandina welatiyan didomînin.

(bb)