Îsraîlê bendeke din li Quneytîrayê danî

Vê sibehê dewriyeyeke Îsraîlê derbasî gundê Seyda yê Quneytîrayê bû û li duriyana Seyda-Colanê bendeke kontrolê çêkir.

Îsraîlê bendeke din li Quneytîrayê danî
1 cotmeh, 2025   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku dewriyeyeke Îsraîlê derbasî gundê Seyda yê gundewarên Quneytîrayê bû. Dewriyeyê li duriyana Seyda-Colanê bendeke kontrolê ava kir.

SOHRˊê li asîmanê herêma Cîdor a li bakurê Derayê jî balafirên keşfê yên Îsraîlê digerîn.

Hêzên Îsraîlê duh derbasî Hawiza Yermûkê bûn û li derdora bajarokê Koya yê rojavayê Derayê 2 bendên kontrolê danîn û hejmareke endamên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê girtin.

(fr)