Li Şamê banê avahiyekê hilweşî; birîndar hene

Li Şamê banê avahiya Seraya ya li Qada Mercê hilweşiya, di encamê de hin kes birîndar bûn û hin kes di bin kavilan de mane.

Li Şamê banê avahiyekê hilweşî; birîndar hene
1 cotmeh, 2025   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku li Şamê li Qada Mercê banê qateke avahiya ‘Seraya’ hilweşiya, di encamê de hejmarek kes birîndar bûn û hin jî di bin kavilan de asê mane.

Li gorî agahiyan, xebatên rizgarkirinê û rakirina birîndaran, derxistina kesên di bin kavilan de mane, dewam dikin.

Heta vê kêliyê tu agahiyên zelal ên der barê sedemên hilweşînê û hejmara dawîn a qurbaniyan de nehatine bidestxistin.

(fr)