Îsraîlê balafireke bêmirov li asîmanê Deryaya Sor xist xwarê

Artêşa Îsraîlê ragihand ku balafireke bêmirov li asîmanê Deryaya Sor xiste xwarê û got ew balafir ji Yemenê hatiye.

Îsraîlê balafireke bêmirov li asîmanê Deryaya Sor xist xwarê
31 cotmeh, 2023   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Radyoya Îsraîlê diyar kir ku, piştî dengê sîrenan ji herêma Eilat li ser Deryaya Sor hate bihîstin, got balafireke bêmirov li ser Deryaya Sor xiste xwarê.

Artêşa Îsraîlê anî ziman ku dengê sîrenan ew e ku binpêkirineke muhtemel ji balafireke dijber heye û tu agahiyên din parve nekirin.

Radyoya Îsraîlê jî aşkera kir ku balafira bêmirov ji Yemenê di ser Deryaya Sor re hat.

(fr)