Îsraîlê 6 balafirgehên Îranê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li rojava, rojhilat û naverasta Îranê 6 balafirgeh bombebaran kirine.

Îsraîlê 6 balafirgehên Îranê bombebaran kirin
23 hezîran, 2025   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku wan êrişî 6 balafirgehên li rojava, rojhilat û naverasta Îranê kiriye.

Li gorî rojnama Jerusalem Post; "êrişan ziyan gihand baregehên binerd, balafireke sotemeniyê û balafirên şer ên F-14, F-5 û AH-1 yên rejîma Îranê.”

Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku ev êriş ji bo bihêzkirina kontrola wê ya li ser qada hewayî ya Îranê hatine kirin û diyar kir ku Îranê dixwest wan balafirên hatine lêxistin, ji bo êrişa li ser Îsraîlê bi kar bîne.

(k)