Partiya Yekitiya Suryanan êrişa li ser Dêra Mar Elyas şermezar kir

Partiya Yekitiya Suryanan êrişa li ser Dêra Mar Elyas şermezar û diyar kir ku hikumeta veguhêz a Şamê berpirsyarê parastina jiyana welatiyan û ewlehiya cihên pîroz e.

Partiya Yekitiya Suryanan êrişa li ser Dêra Mar Elyas şermezar kir
23 hezîran, 2025   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Suryanan der barê êvarê duh êvarê li ser Dêra Mar Elyas a li taxa Diwêla ya Şamê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ev êriş tawaneke hovane ya li dijî tevna civakî ya Sûriyeyê ye, armanca wê têkbirina ewlehî û aramiyê û gurkirina nakokiyên mezhebî ye. Ev êrişa tirsonek, nîşana tundbûneke metirsîdar a li dijî xiristiyanên li Sûriyeyê ye û hewldaneke aşkera ye ji bo tirsandin û koçberkirina wan.”

Partiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hikumeta veguhêz berpirsyara parastina jiyana welatiyan û ewlehiya cihên pîroz e û daxwaz kir ku lêkolîneke bilez der barê bûyerê de were kirin û tawankarên wê bêne darizandin.

Partiya Yekitiya Suryan di dawiya daxuyaniyê de ji malbatên şehîdan re sersaxî û ji birîndaran re şifa xwest û tekez kir ku gelê Sûriyeyê bi hevgirtina nîştimanî û aştiya navxweyî dikare vê tengiyê derbas bike.

(k)