Têkildarî rewşên hiqûqî û tenduristî yên li Îmraliyê panel

Kongra Star ji bo nîqaşkirina rewşa hiqûqî û tenduristî ya Îmraliyê û binpêkirinên ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin paneleke diyalogê li dar xist. Di encamê de gelek biryar hatin dayîn.

Têkildarî rewşên hiqûqî û tenduristî yên li Îmraliyê panel
Têkildarî rewşên hiqûqî û tenduristî yên li Îmraliyê panel
Têkildarî rewşên hiqûqî û tenduristî yên li Îmraliyê panel
Têkildarî rewşên hiqûqî û tenduristî yên li Îmraliyê panel
Têkildarî rewşên hiqûqî û tenduristî yên li Îmraliyê panel
Têkildarî rewşên hiqûqî û tenduristî yên li Îmraliyê panel
Têkildarî rewşên hiqûqî û tenduristî yên li Îmraliyê panel
Têkildarî rewşên hiqûqî û tenduristî yên li Îmraliyê panel
Têkildarî rewşên hiqûqî û tenduristî yên li Îmraliyê panel
Têkildarî rewşên hiqûqî û tenduristî yên li Îmraliyê panel
Têkildarî rewşên hiqûqî û tenduristî yên li Îmraliyê panel
Têkildarî rewşên hiqûqî û tenduristî yên li Îmraliyê panel
Têkildarî rewşên hiqûqî û tenduristî yên li Îmraliyê panel
20 cotmeh, 2024   18:49
QAMIŞLO

Kongra Star ji bo nîqaşkirina rewşa tenduristî û hiqûqî ya Rêber Abdullah Ocalan panelek diyalogê li ser asta kantona Cizîrê li Navenda Lêkolîn û Şêwira Dîplomasî ya taxa Meheta ya Qamişlo li dar xist.

Di panelê de pêşengên civakê, endamên partî, meclis, sazî û rêxistinên jinan, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), nûnerên ji Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan beşdar bûn.

Di panelê de 2 mijar hatin nîqaşkirin. Mijara yekê li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan di aliyê hiqûqî de, nexasim ji nû ve dadgehkirina wî û pêkneanîna qanûnan bû. Mijara duyê li ser rewşa tenduristî û bandora jîngehê, qutkirina têkiliyan bi cîhana derve re û qedexekirina radyo û televîzyonê bû.

Di serî de endama Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Aynûr Paşa li ser rewşa hiqûqî ya Rêber Abdullah Ocalan axivî.

Aynûr Paşa bal kişand ser ragihandina cîhanê ya mafên mirovan di daxwaza gelan a çarenûsa xwe de. Di naverola madeya yekemîn de ev tê gotin: Mafên hemû gelan ên çarenûsa xwe heye û nabe tu gel ji ber çi sedeman ji mafê jiyanê bê mehrûmkirin.

Her wiha Aynûr diyar kir ku mafê ku Rêber Abdullah Ocalan PKKʹê bang wî dikin, li gorî peymanên navneteweyî mafekî rewa ye.

Aynûr Paşa destnîşan kir ku heta revandina Rêber Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de binpêkirina peymanên navneteweyî binpê, nexasim protokola 4ʹan a peymana mafên mirovan a Ewropayê û peymana navneteweyî ya mafên sivîl û siyasî yên mirovan.

Aynûr Paşa aşkera kir ku li gorî madeya 14ʹan a ragihandina cîhanê ya mafên mirovan, mirov dikare ji ber zulmê xwe bispêre welatekî din û jê re bibe xelasî û wî biparêze û got: "Ewropa ku qaşo banga demokrasiyê û pabendiya bi mafên mirovan dike, ev qanûn bin pê kirin û nehişt Rêbertî daxwaza penabertiyê li tu dewleteke wê wergire."

Aynûr destnîşan kir ku hemû kiryarên ku dewleta Tirk a dagirker li Îmraliyê pêk tîne binpêkirina mafên girtiyan, qanûn û peymanên navneteweyî yên mafên mirovan e, bi taybetî madeya 5'an a daxuyaniya cîhanî ya mafên mirovan.

Aynûr da zanîn ku li gorî wê madeyê qutkirina têkiliyên girtiyan ji cîhana derve û astengkirina hevdîtina wan bi malbatên wan re qedexekirî ye. Her wiha li gorî rêgeza 44'an a heman daxuyaniyê mayîna girtiyekî di girtîgeyê de ji zêdetirî 22 saetan bê ku bi kesekî re danûstandinê bike wekî girtina bi tenê tê dîtin. Mayîna zêdetirî 15 rojan jî wekî girtina bi tenê ya demdirêj tê dîtin. Her wiha li gorî rêgeza 59'an pêwist e girtî li girtîgeyên herî nêzîk ji malên wan bin.

Aynûr diyar kir ku bi hevrûkirina kiryarên di girtîgeha Îmraliyê de ji hêla rêveberiya girtîgehê, serdozgeriya giştî û dadgehê tên kirin û qanûnên navborî de binpêkirina aşkera ya mafên girtiyan e.

Aynûr da zanîn ku li gorî qanûnên li jor hatine bibîrxistin kiryarên li ser Rêber Abdullah Ocalan û hevrêyên wî di girtîgehê de tên kirin, tu qanûnan de bingeha wê tune ne, heta di hundirê Tirkiyeyê de jî tune ye.

Piştre beşdaran di nîqaşên xwe de destnîşan kir ku tevahî cîhan sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan dibîne û dîsa jî bê deng e, ji ber ku cîhan bi xwe li dijî fikrên Rêber Abdullah Ocalan e.

Beşdaran bang li gelê herêmê û jinan bi taybet kir ku têkoşînê bidomînin û zextê li saziyên navneteweyî û mirovî bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin.

Her wiha beşdaran pêşniyar kir ku însiyatîfên dîplomasî ji bo zextkirina li CPTʹyê werin lidarxistin, da ku CPT rola xwe bilîze.

Beşdaran pêşniyar kir ku yekitiyeke parêzeran li ser asta 4 parçeyên Kurdistanê were avakirin da ku zextê li rêxistinan bikin. Her wiha ku dest bi komkirina îmzeyên jinan bikin û wan pêşkêşî dadgehên têkildar bikin.

Di mijara duyê de bijîşk Jiyan Îbrahîm li ser rewşên li girtîgeha Îmraliyê û tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan axivî.

Jiyan Îbrahîm diyar kir ku rewşên li girtîgeha Îmraliyê ji ber cihê wê yê coxrafî ne wekî rewşa deverên din e û ev jî bandorê li tenduristiya mirov dike û dibe sedema nexweşiyên çav, sîng, çerm, dil, guh, û gewriyê.

Piştre beşdaran li ser vê mijarê nîqaş kir û banga avakirina komîteyeke tenduristî ji bo serdana Îmraliyê û şopandina rewşa Rêber Abdullah Ocalan, kir.

 Piştre berdevka Kongra Star a Qamişlo Îbtîsam Hesen biryarên ku di encama nîqaşan de hatine dayîn xwendin, ew jî wiha ne:

Pêşxistina belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan bi rêya xelekên xwendina parêznameyan.

Bilindkirina asta têkoşînê û lidarxistina çalakiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kongra Star ve.

Têkilî bi rêxistinên hiqûqî û yên demokratîk re ji bo eşkerekirina sûcên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker werin kirin.

Têkilî bi tevahî jinan re were kirin û fikrê jina azad û wekheviyê werin belavkirin.

(mh)

ANHA