Îsraîlê 2 berpirsên Hemasê kirin hedef

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li herêma Sebrayê berpirsê Yekîneya Dabînkirina Çekan ê Tevgera Hemasê û endamekî din ê tevgerê kirin hedef.

Îsraîlê 2 berpirsên Hemasê kirin hedef
31 tebax, 2026   22:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku wê di êrişeke hewayî ya li ser herêma Sebrayê de berpirsê Yekîneya Dabînkirina Çekan a Tevgera Hemas ê li Xezayê bi navê Emir Mihemed Ruşdî Sîrac kir hedef. 

Artêşê diyar kir ku di êrişê de endamekî din ê baskê leşkerî yê Hemasê hat hedefkirin

Li gorî artêşê "Her du kesên hatin hedefkirin vê dawiyê di plankirina operasyonan li dijî hêz û sivîlên Îsraîlê de û di xebata ji nû ve avakirina şiyanên tevgerê de beşdar bûne." Artêşê ev yek wekî jî binpêkirina agirbestê bi nav kir.

(f)