Hêzên Siwêdayê: Di êrişê de zarokek birîndar bû

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê ragihand ku di êrişa hêzên hikumeta veguhêz de zarokek birîndar bû.

Hêzên Siwêdayê: Di êrişê de zarokek birîndar bû
31 tebax, 2026   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siewêdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên hikumeta veguhêz topên hawanê û guleyên 23 mm avêt eniya rojavayê bajêr, di encamê de zarokek birîndar bû.

Fermandariyê diyar kir ku topbaran saet di 19.30‘an de ji gelek aliyan ve pêk hat û zerarên madî jî çêbûn.

Fermandairyê destnîşan kir ku êriş li dijî taxên sivîlan hatin kirin û diyar kir ku dê êriş bê bersiv nemîne û ewlehiya herêmê û niştecihên wê werin parastin.

(bb)