Îsraîl wê hêzên xwe li Sûriyeyê bihêle

Wezîrê berevaniyê yê Îsraîlê ji artêşê xwest ku li lûtkeya çiyayê Şêx ê Sûriyeyê di mehên zivistanê de, xwe bi cih bikin. Ew jî ji ber geşedanên ewlekariyê yên li Sûriyeyê.

Îsraîl wê hêzên xwe li Sûriyeyê bihêle
13 kanûn, 2024   17:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê berevaniyê yê Îsraîlê Yesrail Katz ji ber geşedanên ewlekariyê yên li Sûriyeyê, ji artêşê xwest ku hêzên wê li lûtkeya çiyayê Şêx ê Sûriyeyê di mehên zivistanê de xwe bi cih bikin.

Katz diyar kir ku ji ber rewşa dijwar a hewayê pêwistî bi amadekariyeke mezin ji bo leşkeran li lûtkeya wî çiyayî, heye.

Piştî ketina rejîma Beşar Esed, Îsraîlê bi sedan êrişên hewayî yên li dijî baregehên leşkerî yên stratejîk ên Sûriyeyê pêk anîn û herêma bêçek a Cewlanê ya Sûriyeyê, kontrol kir.