Rûspiyên Kurd banga yekbûna nîştîmannya kurd kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û bi dehan kesayetên eşîrî û siyasî yên kantona Cizîrê civiyan. Di civînê de piştgirî ya hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nîşandan û bang li gelê Kurd hat kirin ku yekbûneke neteweyî ji bo parastina maf û destkeftiyên xwe, ava bikin.

13 kanûn, 2024   18:44
HESEKÊ

Hemwextî geşedanên û bûyerên li Sûriyeyê û piştî ketina rejîma Esed Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi serokeşîr û rûspiyên eşîrên Kurdî re civiya û geşedanên dawîn ên qada Sûriyeyê nîqaş kirin.

Di civînê de nêzî 200 kes beşdar bû û li avahiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Di serî de endama Desteya Seroketiyê ya PYD'ê Foze Yûsif û endamê Desteya Rêveber a KNK'ê Ekrem Hiso rewşa siyasî û leşkerî ya qonaxê, gavên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ên di dema dawîn de nîqaş kir û bal kişand ser metirsiya li dijî herêmê û gelê wê û erkê Rêveberiya Xweser û yê gelên herêmê.

Her wiha berxwedana QSD'ê ya li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bendava Tişrînê û pira Qereqozaq hat silavkirin û hat diyarkirin ku pêwist e di vê qonaxê de gelên herêmê tecrûbeya xwe ya berê ya berxwedanê dubare bikin, tax û herêmên xwe ji êrişan hewldanên têkbirina aramiyê biparêzin.

Foze Yûsif diyar kir ku ji bo diyaloga navxweyî ya Kurdî bê şert û merc amade ne, banga avakirina yekbûnê ji bo parastina xakê û destkeftiyên şehîdan, kir.

Rûspî û kesayetên siyasî yên beşdar jî teqezî bi girîngiya yekbûna hevgirtinê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destekdayîna QSD'ê û Rêveberiya Xweser, da.