Îsraîl û Lubnanê li ser agirbestê li hev kir

Îsraîl û Lubnanê li ser bicihanîna agirbestê li hev kir. Îsraîlê agirbest bi şertê bêçekkirina Hizbullahê ve girê da.

Îsraîl û Lubnanê li ser agirbestê li hev kir
4 hezîran, 2026   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî hevdîtinên 2 rojan ên bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Îsraîl û Lubnanê li ser bicihanîna agirbestê li hev kir.

Di daxuyaniya hevpar a piştî hevdîtinan de hate ragihandin ku bicihanîna agirbestê bi rawestandina hemû êrişên Hizbullahê û vekişîna endamên rêxistinê ji herêmên li başûrê Çemê Lîtanî ve girêdayî ye.

Daxuyanî bi îmzeyên hevpar a nûnerên DYA, Îsraîl û Lubnanê hate weşandin.

TÛRA NÛ YA MUZAKEREYÊ 22'YÊ HEZÎRANÊ YE

Aliyan her wiha li hev kir ku ji bo çareseriyeke mayînde di 22'yê Hezîranê de tûreke din a muzakereyan pêk bînin. Di daxuniya hevpar de hate ragihandin ku armanc ji hevdîtinan "xwegihandina li peymaneke berfireh e" û hate gotin ji bo pêkhatina aramiya demdirêj a li herêmê hewldanên dîplomatîk dê dewam bikin.

Di metna hevpar a piştî hevdîtinên li Washingtonê de hate weşandin, cih ji pozîsyona Îsraîlê re jî hate dayin.

Aliyê Îsraîlê îdia kir ku ewlehiya welatê wan û yekparebûna xakê tenê bi bêçekkirina Hizbullahê û belavkirina binesaziya wê ya leşkerî ya li tevahiya Lubnanê dibe. Her wiha ji bo xwegihandina li çareseriyê işaret bi girîngiya dewamiya muzakereyên yekser ên bi lîderiya DYA'yê hate kirin.