‘Êrişên li ser Kendavê helwesteke yekgirtî hewce dike’

Rojnameyên erebî diyar kir ku êrişên Îranê yên li ser welatên Kendavê tevahiya herêmê tehdît dikin, lewre jî pêdivî bi helwesteke yekbûyî heye. Der barê Lubnanê de jî hat destnîşankirin ku beşdariya gelek aliyan di dosyaya Lubnanê de, pêşbaziya li ser birêvebirina qonaxa piştî şer nîşan dide.

‘Êrişên li ser Kendavê helwesteke yekgirtî hewce dike’
4 hezîran, 2026   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rageşiya di navbera Îran û welatên Kendavê û hevrikiya navneteweyî û herêmî ya li ser dosyaya Lubnanê, rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

‘PÊDIVÎ BI HELWESTEKE CUDA YA KENDAVÊ HEYE’

Rojnameya El Xelîc ku cih da êrişên Îranê yên li ser Kuweyt û Behreynê, diyar kir ku ev êriş biryardariya Tehranê ya berdewamkirina polîtîkayên xwe yên dijminane yên li hember dewletên Kendavê nîşan dide.

Rojnameyê îşaret pê kir ku hedefkirina Balafirgeha Kuweytê û tesîsên din ên sivîl ku di encamê de kesek hat kuştin û bi dehan kes birîndar bûne, ji daxuyaniyên şermezarkirinê wêdetir, helwesteke yekgirtî ya Kendavê hewce dike.

Rojnameyê diyar kir ku êrişên domdar ên mûşek û dronan ên Îranê gefê li ewlehiya herêmê dixwin. Bang hat kirin ku divê stratejiyek hevbeş a Kendavê li ser bingeha prensîba ku ewlehiya dewletên Konseya Hevkariya Kendavê bi hev ve girêdayî ye û her êrişek li ser dewleteke Kendavê ji bo hemûyan tehdîtek e û bersivek yekgirtî hewce dike, hat kirin.

‘NAKOKIYÊN LI SER AGIRBESTÊ Û DOSYAYA LUBNANÊ’

Têkildarî hewldanên dîplomatik ên agirbestê li Lubnanê, rojnameya El Ereb destnîşan kir ku Fransa bi israr e roleke çalak li Lubnanê bilîze û hewl dide dosyaya Lubnanê di destê DYA‘yê de tenê nemîne, di heman demê de ji bo parastina bandora xwe ya siyasî û aborî û berjewendiyên şîrketên xwe yên li welat dixebite.

Li gorî rojnameyê, Fransa bi rêya hewldanên pêkanîna agirbestê hewl dide hebûna xwe xurt bike, li aliyekî din ji ber guhertinên herêmî eleqeya siyasî û aborî ya Erebistana Siûdî bi dosyaya Lubnanê zêde bûye.

Rojnameyê destnîşan kir ku Riyad her pêvajoyeke aştiyê ya berfireh bi çareseriya 2 dewletan û avakirina dewleteke Filistînî ve girê dide, di heman demê de Îsraîl operasyonên xwe yên leşkerî berfireh dike, Hizbullah jî pêşketinên Lubnanê bi rêgeha dan û standinên Îran-Amerîkayê ve girê dide.

Rojnameyê destnîşan kir ku pirbûna aliyên ku di mijara Lubnanê de beşdar in, pêşbaziya zêde li ser birêvebirina qonaxa piştî şer nîşan dide. Nêrînên navneteweyî û herêmî der barê siberoja Lubnanê û mekanîzmayên mîsogerkirina aramiyê ji hev cuda ne.

(bb)