Arîşeya di navbera Îran û Îsraîlê de û xetereyên li ser Lubnanê rojevên rojnameyên erebî ne

Nîşaneyên heyî îhtîmala pevçûneke nû di navbera Îran û Îsraîlê de zêde dikin. Li Lubnanê jî xetereyên ewlehiyê zêde dibin, di heman demê de fikarên Ewropayê yên li ser nêzîkatiya Trump a şerê Rûsya û Ukraynayê zêde dibin.

Arîşeya di navbera Îran û Îsraîlê de û xetereyên li ser Lubnanê rojevên rojnameyên erebî ne
1 kanûn, 2025   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên vê sibehê der barê îhtîmala pevçûneke nû di navbera Îran û Îsraîlê de, rîskên arîşeya ewlehiyê li Lubnanê û şerê berdewam ê Ukraynayê de nivîsîn.

9 NÎŞANÊN NÊZÎKBÛNA "SAETA SIFIR" A PEVÇÛNEKE NÛ YA DI NAVBERA ÎRAN Û ÎSRAÎLÊ DE

Rojnameya El Nahar li ser arîşya nû di navbera Îsraîl û Îranê nivîsî, piştî 5 meh di ser "Şerê 12 Rojan" re derbas bûn. Rojnameyê  diyar kir ku derdorên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê bi baldarî nîşanên zêde yên pevçûneke nû dişopînin, vê yekê li Îran fikar zêde kirin û bandor li kolan û bazaran kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku axaftina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî ku 27ê Mijdara 2025’an kiribû û îdia kiribû ku Îran "serketî ye" û banga yekitîyê li dijî "dijmin" kir, nîşanên qonaxek nû ya aloziyê zêde kir, vê yekê hişt bihayên zêr û dolar li Tehranê bilind bibe.

Rojnameyê diyar kir ku rewşa herêmê li ser gelek bijarteyan vekirî ye, yan vebijêrka dîplomasiyê yan îhtîmala ketina nav gera duyemîn a pevçûnê.

XETERIYÊN LI SER LUBNANÊ

Rojnameya El Bayan ragihand ku atmosfera li Lubnanê ber bi aloziyeke din ve diçe û ev nirxandin kir "Îsraîl îhtîmala pevçûneke leşkerî ya mezin li ser sînorê başûr dide. Li gorî çavkaniyên leşkerî, dibe ev pevçûn bigihêje Beyrûtê. Ev alozî piştî serdana Papa Francis a Beyrûtê hat, ku di wê serdanê de rewş bi awayekî demkî aram bû bêyî ku sedemên bingehîn ên krîzê çareser bike."

Li gorî rojnameyê, ev nîşaneyên bi hev re deriyê qonaxek pir hesas vedikin, ji ber tu garantî nîn in ku pêşî li pevçûnek berfirehtir bigirin, ku ev pevçûn dikare dîmena ewlehiyê li Lubnanê û herêmê ji nû ve saz bide.

XETERA TRUMP BO EWROPAYÊ

Rojnameya El Ereb analîzek rexneyî li ser plana aştiyê ya ya Donald Trump a ji bo bidawîkirina şerê Ukraynayê weşand.

Rojnameyê diyar kir ku dibe nêzîkatiya Amerîkayê ne tenê Ukraynayê, di heman demê de aramiya Ewropayê têxe xeterê.

Rojnameyê destnîşan kir ku Washington ku hevalbendek piştgir bû, niha veguheriye navbeynkarek ku erd û desthilatê ji nû ve belav dike, ev yek jî dibihêle ku paytextên Ewropî neçar bibin ku polîtîkayên xwe yên parastinê û serxwebûna stratejîk ji nû ve formule bikin.

Rojnameyê da zanîn ku lîderên Ewropî vê planê red dikin û dibjin ku ew plan dikare hevsengiya hêzê li gorî berjewendiya Rûsyayê ji nû ve xêz bike û banga xurtkirina hevrêziya parastinê ya serbixwe kirin da ku azadî û ewlehiya parzemînê were paratin.

(k)