Îsraîl gefa "dorpêçkirina deryayî" li ser Yemenê dixwe

Li Yemenê, li gorî dezgehên medyayê yên girêdayî Hûsiyan, Îsraîlê êrişên esmanî li ser benderên Hudeyda û Selîf kirine. Li gor hin çavkaniyên li Îsraîlê hat tekezkirin ku armanca êrişan "ferzkirina dorpêçeke deryayî" li ser Hûsiyan e.

 Îsraîl gefa "dorpêçkirina deryayî" li ser Yemenê dixwe
16 gulan, 2025   23:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî Hûsiyan li Yemenê ragihand ku balafirên Îsraîlê êrişî benderên Hudeyde û Selîf kirine.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê jî armanca êrişan "ferzkirina dorpêçeke deryayî" li ser Hûsiyan e.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku Îsraîl "li hember êrişên Hûsiyan bêbersiv namîne" û soz da ku bi hêzeke mezintir li wan bide, di nav de rêveberiya wan û hemî binesaziyên ku dihêle ew êrişî Îsraîlê bikin.

Benjamin Netanyahu diyar kir ku aliyê alîkaryê dide Hûsiyan û pişta wan digire Îran e û got ku wê Hûsî bedelên pir giran bidin.

Ofîsa Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê got ku Netanyahu, Wezîrê Parastinê Yisrael Katz û Serokê Erkanê Eyal Zamir çavdêriya êrîşan kirine.

Katz gef xwar ku dawiya serokê rêxistinê, Abdulmelik El Hûsî bînin û di postekê de li ser platform X`ê got ku artêşa Îsraîlê benderên Yemenê yên di bin kontrola Hûsiyan de wêran kirine û diyar kir ku Balafirgeha Navneteweyî ya Sanayê hîn jî wêran kiriye.

Katz wiha domand, "Wekî ku me got, ger Hûsî êrişên xwe ser Îsraîlê berdewam bikin, ew ê derbeyên mizin bixwin."

Hefteya borî, artêşa Îsraîlê rêze êrişan li ser benderên di bin kontrola Hûsiyan de kirin, tevî kargeheke çîmentoyê ku dihat gotin ku girêdayî Hûsiyan bû. Her wiha êriş li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Sanayê pêk hat û çend balafirên tê de hatin hilweşandin.