Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Berlînê hevdîtin kir

Berpirsa Têkiliyên Dîplomasî ya Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nisrîn Reşik di 2 civînên cuda yên li Berlînê de bal kişand ser rewşa fêrkirin û perwerdehiyê li herêmên koçberiyê.

Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Berlînê hevdîtin kir
16 gulan, 2025   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsa Têkiliyên Dîplomasî ya Yekitiya Mamosteyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nosrîn Reşik li paytexta Almanyayê Berlînê bi serokê Yekitiya Fêrkirinê ya Almanî li wîlayeta Berlînê (GEW) re civiya. Herdu aliyan li ser têkiliyên xurt ên di navbera Yekitiya Fêrkirinê ya li Berlînê û Yekitiya Mamosteyan a Efrîn û Şehbayê de axivî û rêbazên pêşxistin û mayîndekirina wan nîqaş kirin. Herdu aliyan bal kişand ser zehmetiyên li pêşiya mamoste û şagirtên Efrîn û Şehbayê yên ku koçberî bajarên Reqa û Tebqayê bûne.

Di civînê bal hat kişandin ser peydakirina çareseriyan ji bo çalakkirina perwerdehiyê û pêşkêşkirina alîkariyê ji mamoste û şagirtan re.

Di civîneke din de Nisrîn Reşik bi nûnerên rêxistin û desteyên Almanyayê wekî Koma Xebata ji bo Aştiyê, Komîteya Nîştîmanî ya Penaberî Pirrengî û Têkoşîna li Dijî Cudakariyê, Komîteya Xebatê ya Navnetewetî, Komîteya Temenmezinan, Meclisa Jinan û Meclisa Berdevkên Fermî yên Jinan re civiya.

Di civînê de rêbazên pêşkêşkirina alîkariyê ji bo mamoste û şagirtan û pêşxistina wan hatin nîqaşkirin.

Beşdarên herdu civînan soz dan ku van pirsgirêkan bigihînin berpirs û biryardarên Almanyayê û ji bo rastkirina rewşa xerab a perwerdehiyê li herêmên koçberiyê ked û hewldanan bidomînin.

(mh)