Fesixkirina PKK’ê û berevajîkirina rastiyan - Xeyrî BARAN

Fesixkirina PKK’ê û berevajîkirina rastiyan - Xeyrî BARAN
17 gulan, 2025   06:15

Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a dîrokî ya Rêber Apo, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di navbera 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe ya awarte ya 12’emîn anku kongreya dawîn pêk anî. 12’ê Gulanê jî biryarên kongreyê ji raya giştî re hatin aşkerakirin. Di kongreyê de biryara fesixkirina PKK’ê û bidawîkirina rêbaza şerê çekdarî hate dayîn. Bi vî awayî xebatên ku 47 sal bû bi navê PKK’ê dihatin meşandin, hatin bidawîkirin.

Bê guman biryarên kongreyê ji bo Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn tên wateya destpêka qonaxeke nû û têkoşîneke nû. Çawa ku avabûna PKK’ê bandoreke mezin li tevahiya mêzînên li herêmê kir, dê fesixkirina wê jî bi heman rengî bandoreke mezin li ser pêşketinên siyasî, leşkerî, aborî û civakî yên li tevahiya herêmê bike. Di vî warî de Rêber Apo û PKK’ê gavên dîrokî avêtin û berpirsyariya xwe ya dîrokî jî bi cih anî.

A girîng ew e; ji îro pê de dê ev pêvajo çawa bi pêş de here? Bi taybetî ji bo gelê Kurd jî ya herî girîng dê dewleta Tirk bersiveke çawa bide û gavên çawa biavêje? Ji ber ku her kes dibêje “Rêber Apo û PKK bi rola xwe rabûn, niha dor a dewletê ye.” Eger bi rastî jî dewleta Tirk û desthilata AKP’ê ji dil in, dixwazin li Tirkiyeyê aştî û demokratîkbûn pêk were û pirsgirêka Kurd çareser bibe, wê demê divê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Ji bo vê jî pêwîst e di aliyê siyasî, qanûnî û hiqûqî de gavên pêwîst biavêjin.

Lê dema mirov li axaftin, helwest û daxuyaniyên rayedarên desthilata Tirkiyeyê dinêre, ne li gorî rihê vê pêvajoyê û giraniya wê ne. Pirsgirêka sedsalî ya ku Tirkiye aniye ber têkçûnê, biçûk dibînin. Ew bi xwe jî qala bandor û ziyana şerê 41 salî ya ji aliyê aborî, siyasî û civakî de dikin. Ji bilî komeke bazirganên şer ên ku li pey dewlemendiyê bûn, Tirkiyeyê di vî şerî de tu tiştek bi dest nexist, berevajî winda kir û kete bin kontrola hêzên derve.

Lê bi awayekî aşkera tê dîtin ku hem ji hêla sîyasî û hem jî hêla çapemeniyê de li pey pûçkirin û berevajîkirina rastiyê ne. Gotin di cih de be, ‘serî berdane bi dûvikê girtine.’ Bê guman ev şerê 41 salî û têkoşîna 52 salan belasebeb nebû. Gelek sedemên wê yên kûr û bikok ên sedsalî hebûn. Beriya wê jî mirov dikare heta bi Peymana Qesrî Şirînê jî bibe.

Li ser Kurdistanê heta niha gelek peyman hatin mohrkirin. Ev peyman hemû jî li dijî hebûn, nasname û berjewendiyên gelê Kurd bûn. Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî bi van peymanan bingeha pirsgirêkên kûr ji bo gelê Kurd û herêmê danîn. Ji van peymanan jî yên sereke ku di dîroka Kurdistanê de cihekî wan yê taybet heye, Peymana Qesrî Şirînê û Peymana Lozanê ye. Peyamana Qesrî Şirînê duparçekirina Kurdistanê ye, Peymana Lozanê jî çarparçekirina Kurdistanê ye.

Niha em dibînin di vê pêvajoya dîrokî de bi taybetî gelek kes û saziyên ragihandina AKP’ê li pey berevajî kirina dîrokê ne. Di encamnameya kongreya dawîn a PKK’ê de tê gotin “PKK; li dijî siyaseta înkar û îmhaya Kurd ku çavkaniya xwe ji Peymana Lozanê û Destûra 1924’an girtiye, wek tevgera azadiyê derketiye ser dika dîrokê.”

Ji vê hevokê tişta ku tê gotin aşkera ye û tiştekî nayê fêmkirin jî tune ye. Lê ew kes û derdorên nijadperest, rantxur, faşîst û dijminên gelê Kurd niha ev hevok weke benişt xistine devê xwe û bi qîlên xwe yên faşîst dixwazin binê rastiyê vala bikin. Rêber Apo ji sala 1999’an ve dest ji paradîgmaya dewletdariya netewe berda û dixwaze pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin. Lê xuyaye ev nêzîkatiyên ku dixwazin rastiyê berevajî bikin, û hewl didin pêşî li aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê bigirin bingeha xwe dîsa ji zîhniyet û siyaseta desthilata AKP’ê digire.