‘Îsraîl dê ji bo 48 saetan rê bide hikumeta veguhêz ku derbasî Siwêdayê bibe’

Rayedarekî ji Îsraîlê aşkera kir ku ji ber bêîstîqrariya li herêmê, dê Îsraîl ji bo 48 saetan rê bide hêzên hikumeta veguhêz ku derbasî Siwêdayê bibin.

‘Îsraîl dê ji bo 48 saetan rê bide hikumeta veguhêz ku derbasî Siwêdayê bibe’
18 tîrmeh, 2025   15:27

Rayedarekî ji Îsraîlê ku nexwest navê xwe aşkera bike, got Îsraîl dê ji bo 48 saetan rê bide hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku bi sînor derbasî Siwêdayê bibin.

Li gorî Reutersê, berpirsê Îsraîlê ji rojnamevanan re diyar kir ku li gel berdewama rewşa bêîstîqrariyê li başûrê rojavayê Sûriyeyê, Îsraîlê rê da ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Sûriyeyê bi dema 48 saetan derbasî parêzgeha Siwêdayê bibin.

Ji ber şerên ku vê dawiyê rû dane, li bajêr krîzeke mirovî ya dijwar heye, peywendiya telefon û înternetê qut e û ji 5 rojan ve herêm bê kehrebe ye. Ji ber tunebûna ard jî firin naxebitin.

13’ê Tîrmehê komên girêdayî hikumeta veguhêz li dijî Siwêdayê êriş dan destpêkirin, piştî wê bi xwe êriş kirin û ketin hin gund û taxên bajar, sûc û komkujî li dijî Durziyan kirin. Şervanên herêmî ji bo parastinê destwerdan kir. Di encamê de hêzên hikumeta veguhêz duh sibehê ji deverên ku kontrol kiribûn vekişiyan.

(fr)