Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Malbat û wasiyê Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
18 tîrmeh, 2025   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, xwişka Omer Hayrî Konar, Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 

Li aliyê din birayê Ergîn Atabey, Erol Atabey, xwişka Zekî Bayhan Şukran Bayhan û birayê Mahmût Yamalak Selahattîn Yamalak ku berê biribûn Îmraliyê jî bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin.

Di 7ê Hezîrana 2025an de cara sêyemîn malbatan hevdîtin kir. Hevdîtin, bi boneya Cejna Remezanê hat kirin. Di hevdîtinê de biraziyê Rêber Abdullah Ocalan Wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan û xwarziyê wî Alî Ocalan cih girtin. Rêber Abdullah Ocalan, di heman demê de piştî 26 salan cara ewil bi du xwarziyên xwe re hevdîtin kir. Di heman rojê de Hamîlî Yildirim jî bi bira û pismamên xwe re, Omer Hayrî Konar bi birayê xwe re hevdîtin kir. Her wiha Veysî Aktaş jî bi xwişk û birayên xwe re hevdîtin kir.

Ergîn Atabey, Mahmût Yamalak û Zekî Bayhan ku demekî kin berê sewqî Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin jî di 7ê Hezîranê de bi xizmên xwe re hevdîtin kirin.