Îsraîl careke din li başûrê Lubnanê da: 1 mirî, 4 birîndar

Di êrişên Îsraîlê yên li başûrê Lubnanê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn.

Îsraîl careke din li başûrê Lubnanê da: 1 mirî, 4 birîndar
29 tîrmeh 2024   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa National News a Lubnanê (NNA), beriya çend kêliyan balafireke bê mirov a bi çek a Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyeke bombebaran kir. NAA’yê ragihand ku di bombebarana ku li ser rêya Qela ya navbera bajarokên Mesy Cebel û Şeqra hatibû kirin de 2 kes birîndar bûn.

Li gorî heman ajansê, li nêzî Keleha Dûbiyê ya li ser heman rêyê motorsîklêtek jî hat bomebarankirin. Hate zanîn ku di encama vê bombebaranê de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kesên din jî birîndar bûn.

(bb)

ANHA