Danişîna Silêman Ehmed îro ye

Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Roj News’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, ev 279 roj e di girtîgeha PDK’ê ya Dihokê de tê girtin, biryare îro derkeve pêşberî dadgehê.

Danişîna Silêman Ehmed îro ye
29 tîrmeh 2024   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê Roj Newsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû revandin û piştî 7 mehan parêzeran karîbû hevdîtinê pê re bike. 

Silêman Ehmed 279 roj e di girtîgeha PDK’ê ya Dihokê de tê girtin, biryare îro derkeve pêşberî dadgehê.

22’yê Gulanê destûr hatibû dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Dihokê hevdîtinê pê re bikin.

Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc a Yek a Dihokê roja yekê ya rûniştina dadgehê Silêman Ehmed wek 30’ê Hezîrana îsal diyar kiribû. Lê dadgehê bi hinceta dadger ne amade ye û Asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê neşandine, dadgeh taloqî 29’ê Tîrmehê kiribû.