Îsraîl bi rêya ‘‘Projeya çêlekan‘‘ dixwaze hebûna xwe li Sûriyeyê misoger bike

Rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlê aşkera kir ku Îsraîl bi rêya projeya xwedîkirina çêlekan hewl dide hebûna xwe li başûrê Sûriyeyê mayînde bike.

Îsraîl bi rêya ‘‘Projeya çêlekan‘‘ dixwaze hebûna xwe li Sûriyeyê misoger bike
4 tîrmeh, 2026   19:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlê ragihand ku Îsraîl projeya xwedîkirina çêlekan li başûrê Sûriyeyê daye destpêkirin. Rojnameyê aşkera kir ku armanca vê projeyê, xurtkirina hebûna Îsraîlê li wê herêmê ye.

Rojnameyê îşaret pê kir ku rûbera projeyê derdora 10 donim e ku ji çewlikên sewalan pêk tê. Her wiha agahî dan ku armanca Îsraîlê ji vê projeyê parastina hebûna xwe li Sûriyeyê mîsoger bike û rê li ber şivanên li Sûriyeyî bigire.

Hate zanîn ku ev proje li başûrê Quneytrayê ye û beşekî din jî li herêma tampon e.

Rojnameyê aşkera kir ku berpirsên vê projeyê cotkarê bi navê “Yoel Zilberman” e ku herî dawiyê çêlek anîn wê deverê. Her wiha hate aşkerakirin ku Îsraîlê navê “Alut HaŞachar” daye cihê xwedîkirina çêlekan ku ew jî navê leşkerekî îsraîlî li Lubnanê hatibû kuştin e.

Rojnameyê îşaret pê kir berpirsên leşkerî yên Îsraîlê vê projeyê wekî hewldanekê ji bo xurtkirina kontrolkirina herêmê û rêgirtina li ber tevliheviyên ewlehiyê dibînin