Tîma Hiqûqî ya Siwêdayê rapora dosyaya revandina dîlgirtiyan weşand

Tîma Hiqûqî ya Navxweyî ya Siwêdayê diyar kir ku di dosyaya revandina dîlgirtiyan de 21 endamên Hêzên Parastina Nîştimanî yên Siwêdayê hatin destgîrkirin û lêkolîn dewam dike.

Tîma Hiqûqî ya Siwêdayê rapora dosyaya revandina dîlgirtiyan weşand
Tîma Hiqûqî ya Siwêdayê rapora dosyaya revandina dîlgirtiyan weşand
Tîma Hiqûqî ya Siwêdayê rapora dosyaya revandina dîlgirtiyan weşand
4 tîrmeh, 2026   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîma Hiqûqî ya Navxweyî ya Siwêdayê têkildarî lêkolînkirina dosyaya revandina dîlgirtiyan rapora pêşîn weşand. Tîmê destnîşan kir ku rapor li gorî şopandina meydanî û rêveçûna lêkolînênên Dadgeha Leşkerî hat destpêkirin.

Di raporê de hate gotin, Dadgeha Leşkerî dosyaya revandina dîlgirtiyan xist destê tîmê û tevahî raye daye wê da ku dosyayê bişopîne. Her wiha hate destnîşankirin ku lêkolînên heyî bi çavdêrî û rêveberiya cîgirê giştî yê leşkerî bi rêve diçe û gumanbar sewqî dozgerê lêkolînên leşkerî hat kirin.

Di dewama raporê de hate diyarkirin ku Dadgeha Leşkerî heya dîroka derxistina vê raporê 21 endamên Hêzên Parêzvanên Nîştimanî destgîr kirin û li gorî rêgezên qanûnî 7 ji wan hatin berdan.

Di raporê de hate destnîşankirin ku lêpirsîna bi endamên din re dewam dike.

Tîmê bal kişand ser astengiyên li pêşberiya lezandina lêkolînê û aşkera kir ku pêdiviya wan bi desteka lojîstîk, navendên taybet ên ragirtinê hene û pirsgirêkên ewlehî û eşîrtî dibin asteng.

Tîmê di dawiya raporê de banga "rêzdariya li serxwebûna dadgehê, mîsogeriya mafên hemû destgîrkiriyan û destnewerdana li karên saziyên dozgeriyê" kir.  Her wiha bang kir ku yên agahî an jî delîl der barê dozê de li cem wan hebe, serî li Dadgeha Leşkerî bibin.

(bb)