Qurbaniyên komkujiyên Siwêdayê hatin bibîranîn

Di salvegera yekemîn de qurbaniyên komkujiyên Siwêdayê yên Tîrmehê hatin bibîranîn. Di bîranînê de daxwaza edaletê, aşkerakirina aqûbeta windayan, vegera ewle ya koçberan û hesabpirsînê ji berpirsên komkujiyan hatin kirin.

Qurbaniyên komkujiyên Siwêdayê hatin bibîranîn
Qurbaniyên komkujiyên Siwêdayê hatin bibîranîn
Qurbaniyên komkujiyên Siwêdayê hatin bibîranîn
Qurbaniyên komkujiyên Siwêdayê hatin bibîranîn
Qurbaniyên komkujiyên Siwêdayê hatin bibîranîn
Qurbaniyên komkujiyên Siwêdayê hatin bibîranîn
4 tîrmeh, 2026   19:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Siwêdayê îro bi boneya salvegera yekemîn a komkujiyên Tîrmehê (2025) ku hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê pêk anîbûn, çalakiyek hat lidarxistin. 

Malbatên qurbaniyan, tevî çalakvan û koçber beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyên pankart hatin vekirin û dirûşmên bi banga naskirina komkujiyê, pêkanîna edaletê û vegera ewle ya koçberan li warê xwe hatin berzkirin.

Şêniyê bi navê Beyan Îzî ku şahidekî komkujiyan e û birayê qurbaniyekî ye got, komkujî birîneke mezin di nava şêniyan de çêkir. Beyan Îzî destnîaşn kir ku komkujî ji bîra wan naçe û got bangên ji bo heqîqet û edaletê wê bidomin.

Çalakvanê bi navê Musena El Henawî jî diyar kir ku şopên komkujiyên Tîrmehê hîna xuya ne û got, salek derbas bû, lê bi hezaran koçber nekirin vegerin malên xwe.

El Henawî banga dîtina çareseriyekê ji bo vegera  şêniyan a li gund û bajarokên xwe, aşkerakirina aqûbeta windahiyan, çareserkirina bandorên kuştin û koçberkirinê kir. Her wiha anî ziman ku hejmarek zêde ya kesên winda û gorên komî hene.

Çalakvanan diyar kirin ku xebatên wan ên belgekirina binpêkirinan didomin û xwestin hesab ji berpirsên komkujiyan were pirsîn û koçber bi ewle vegerin warê xwe.

(bb)