Şehîd Nagîhan Akarsel li Heleb û Dêrikê hate bibîranîn

Nivîskar, lêkolîner û rojnamevan Nagîhan Akarsel di salvegera 3’yemîn a şehadeta xwe de li Heleb û Dêrikê hat bibîranîn.

4 cotmeh, 2025   18:37
HELEB

Navenda Lêkolînan a Jineolojî ya Helebê bi boneya salvegera 3'yemîn a şehadeta lêkolîner, nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel çalakiya bîranînê li Mala Xwendinê ya rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li dar xist. Di çalakiyê de nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis, komîn, tevgerên jinan û xwendekar amade bûn.

Di bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyan û xebata şehîd Nagîhan Akarsel hat pêşandan. Piştre nûçegihana Ronahî TV Sozdar Weqas û endama Komîteya Lihevanînê Fatme Hesen ên ku li kantona Efrînê perwerdeya li ser Jineolojiyê ji şehîd Nagîhan Akarsel girtine, axivîn.

Di axaftinan de hate gotin, şehîd Nagîhan Akarsel xwedî kesayeteke bi hêz û îradeyeke mezin bû, karibû bi gotin û fikrên xwe bandoreke mezin pêk bîne.

Piştre rapora xebatên 2 salan a Mala Xwendinê hat xwendin ku berî 2 salan bo bibîranîna şehîd Nagîhan Akarsel hatibû vekirin.

Herduyan diyar kir ku şehîd Nagîhan Akarsel xwedî kesayeteke xurt û îradeyeke mezin bû û karibû bi gotin û fikrên xwe bandoreke mezin pêk bîne.

Her wiha xebatên Mala Xwendinê ya ku berî 2 salan di heman rojê ji bo bibîranîna şehîd Nagîhan Akarsel hatiye vekirin, hatin xwendin.

Di dawiya çalakiyê de koma stranan stranên li ser jinên pêşeng û fedakariya wan a ji bo rizgariya jinan pêşkêş kirin.

Şehîd Nahîhan Akarsel di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê MIT'a dewleta Tirk a dagirker ve hat şehîdkirin.

DÊRIK

Navenda Lêkolînan a Jineolojî ya bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê bi heman boneyê bîranînek li dar xist. Bîranîn  li navenda Lêkolînan a Jineolojî bi beşdariya bi dehan şêniyan hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, sînevîzyonek li ser ked û xebata şehîd Nagîhan Akarsel hat temaşekirin.

Endama Navenda Lêkolînan a Jineolojî ya Dêrikê Sîham Dawud axivî û got: "Şehîd Nagîhan jiyana xwe da azadiya jin û civakê. Bi xebata xwe rastiya gelan derxist holê û dirûşma Jin, Jiyan, Azadî pêş xist."

Endama navendê Tîlînaz Ehmed jî helbestek li ser şehîd Nagîhan Akarsel xwend.

Di dawiya bîranînê de Koma Alefteriya stran gotin.

Nahîhan Akarsel di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê MIT'ê ya  dewleta Tirk a dagirker ve hat şehîdkirin.

(mh)

ANHA