Di êrişa Îsraîlê ya li Lubnanê de 3 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li bajarokê Yanûh ê li başûrê Lubnanê wesayîtek bombebaran kir, di encamê de 3 kes hatin kuştin. Îsraîlê jî îdia kir ku wê endamekî Hizbullahê kiriye hedef.

Di êrişa Îsraîlê ya li Lubnanê de 3 kes hatin kuştin
9 sibat, 2026   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Îsraîlê li bajarokê Yanûh ê navçeya Siwerê ya başûrê Lubnanê wesayîtek bombebaran kir, di encamê de yek jê zarokekî 3 salî, 3 kes hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê jî der barê êrişê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de piştrast kir ku êriş bi dronekê hatiye kirin û îdia kir ku endamekî Hizbullahê hatiye hedefkirin. Artêşê êriş wekî bersiva li hemberî binpêkirina agirbestê nirxand.

(bb)