Îsraîl: 3 moşek ji Lubnanê hatin avêtin, hatin astengkirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê 3 moşekên ji xaka Lubnanê ve hatin avêtin, asteng kirine.

Îsraîl: 3 moşek ji Lubnanê hatin avêtin, hatin astengkirin
22 adar, 2025   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku saet navbera 07.32 -07-37’an, 3 moşek ji Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve hatin avêtin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pergala parastina hewayî ya artêşê her sê moşek asteng kirin.

Artêşa Lubnanê jî ragihand ku hêzên wê di demekê de ku Îsraîlê pabendîbûna xwe bi peymanê re didomîne, belavbûna xwe li başûrê Lubnanê bi hêz kiriye. Her wiha destnîşan kir ku hêzên Îsraîlê hîna li baregehên stratejîk ên başûrê Lubnanê hene.

(bb)