Artêşa Sûdanê li du herêman pêşde diçe

Artêşa Sûdanê banka navendî ya li rojavayê Xertûmê xist bin kontrola xwe. Şîrovekaran ve yek wekî "Serkeftineke stratejîk di şerê wê yê domdar ê li hember Hêzên Piştevaniya Lezgîn de"nirxand.

Artêşa Sûdanê li du herêman pêşde diçe
22 adar, 2025   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên sûdanî ragihand ku "Artêşê li naverasta Xertûmê bi sedan endamên Hêzên Piştevaniya Lezgîn kuştin û burcên şîrketa Zên, kooperatîf û banga Sahil û Sehrayê jî kontrol kirin."

Fermandarê herêma Om Derman Zafir Omer Ebdulqadir daxuyand ku " Hêzan di paqijkirina taxên Nexîl, Bustan û Um Badda El Sebîl ên li rojavayê Om Derman ji Hêzên Piştgiriya Lezgîn de bi ser ketin."

Fermandar ragihand ku hêzên çekdar ên Sûdanê li van herêman pêşketin bi dest xistin. Wêneyên leşkeran dema ku ev dever kontrol kirine, hatin parvekirin.

Artêşa Sûdanê duh (În) bi daxuyaniyekê ragihand ku wê qesra serokatiyê ya li Xartûmê vegerandiye.

(bb)