Îspanya û Îrlanda wê di 21’ê Gulanê de Filistînê weke dewlet nas bikin

Hate ragihandin ku welatên Slovenya, Malta, Îspanya û Îrlanda xwe amade dikin ku di 21’ê Gulanê de Filistînê weke dewlet nas bikin.

Îspanya û Îrlanda wê di 21’ê Gulanê de Filistînê weke dewlet nas bikin
9 gulan, 2024   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Di serî de Îrlanda û Îspanya hinek welatên endamê Yekitiya Ewropayê, xwe amade dikin ku di 21’ê Gulanê de Filistînê weke dewlet nas bikin.

Medya fermî ya Îrlandayê RTE News, ragihand ku di têkiliyên navbera Slovenya, Malta, Îspanya û welatê wan Îrlanda de, mijara ‘weke dewletekê naskirina Filistînê’ hatiye dest girtin.

Hat destnîşankirin ku ev welat li benda dengdana ku di 10’ê Gulanê de li Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bê kirinin ku ev dengdan bibe sedem Filistîn bibe endamê tam yê NY’ê.

Di 22’ê Adarê de her çar welatan ragihandibûn ku qebûl kirine ku pêngavên destpêkê yên ji bo ‘weke dewletekê naskirina Filistînê’ bavêjin.

Hêjayî gotinêye ku ji sala 1988’an ve, ji 193 welatên endamên NY’ê, 139 welatan Filistînê weke dewlet naskirine.