Iraqê ji ber şerê DYA û Îranê 60 milyar dolar ji dest da

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuat Huseyîn ragihand ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn û tengasiya çûnûhatina li Kendava Hurmuzê, welatê wî 60 milyar dolar zirar kiriye.

Iraqê ji ber şerê DYA û Îranê 60 milyar dolar ji dest da
16 cotmeh, 2026   18:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Iraq bi encamên aborî yê şerê navbera DYA-Îsraîl û Îranê re rû bi rû ye. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuat Huseyîn roja pêncşemê li Romayê bi hempîşeyê xwe yê Îtalî re hevdîtin kir û got, maliyeta şer a li welatê wî gihiştiye 60 milyar dolarê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê, Huseyîn diyar kir ku sedemê esas ê vê zirarê dorpêça li Kendava Hurmuz û ketina di îxracata petrolê de ye.