Fermandarekî NATO: Kapasîteya me ya leşkerî ji ya Rûsyayê gelekî mezintir e

Fermandarê Bilind ê Hêzên Hevalbend ê NATO'yê yê li Ewropayê generalê DYA'yê Alexus Grynkewich diyar kir ku di şerekî berfireh de tifaqa wan ji Rûsyayê gelekî bilindtir xwedî kapasîteyeke leşkerî ye.

Fermandarekî NATO: Kapasîteya me ya leşkerî ji ya Rûsyayê gelekî mezintir e
16 cotmeh, 2026   16:49
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji fermandarên leşkerî yên payebilind ên NATO'yê generalê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Alexus Grynkewich ji kovara Der Spiegel a Alman re axivî û îdia kir ku kapasîteya leşkerî ya NATO‘yê ji kapasîteya Rûsyayê gelekî zêdetir e.

Grynkewich got, "Di şerekî berfireh ê mezin de kapasîteya me ya leşkerî ya ku em dikarin bicih bikin, ji kapasîteya Moskovê gelekî zêdetir e." Her wiha anî ziman ku Rûsya xwedî balafirê şer ên F-35 û keştiyên binê avê yên modern nîn e ku di destê NATO'yê de hene.

Grynkewich diyar kir ku ew bawer dike, Rûsya wê li hemberî Ewropayê êrişeke berfireh a konvansiyonel nede destpêkirin. General îdia kir ku Putin şerekî yekser naxwaze, li şûna wê berê xwe dide rêbazên weke sabotajê.

Ji bo pirsa "Gelo di navbera Rûsya û rojava de halê hazir şerek diqewime yan na?" Grynkewich got, Putin hewl dide tirsê bixe nava raya giştî ya rojava.