Hêzên Îsraîlê gule li şivanan reşandin

Balafirên keşfê yên Îsraîlê li ser gundewarên Quneytrayê geriyan. Li mezreyên Rezaniyê û Hanûtê gule bê serûber li şivanan reşandin.

Hêzên Îsraîlê gule li şivanan reşandin
16 cotmeh, 2026   18:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, balafirên keşfê yên Îsraîlê li ser gundewarên bakurê Quneytrayê geriyan.

Hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê li mezreyên Rezaniyê û Hanûtê yên rojavayê gundê Seyda Colanê yê başûrê Quneytrayê gule bê serûber li şivanan reşandin, da ku nehêlin biçin çêrgehan.

(bb)