Iraqê hewldana qaçaxtiya lîreyên sûriyeyî têk bir

Iraqê hewldana qaçaxtiya bi mîlyaran lîreyên Sûriyeyê li parêzgeha Kerkûkê ya bakurê Iraqê têk bir.

Iraqê hewldana qaçaxtiya lîreyên sûriyeyî têk bir
Iraqê hewldana qaçaxtiya lîreyên sûriyeyî têk bir
Iraqê hewldana qaçaxtiya lîreyên sûriyeyî têk bir
10 ÇILE, 2025   19:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Iraqê hewldana qaçaxtiya bi mîlyaran lîreyên sûriyeyî ji Iraqê re têk bir. Guman hene ku ew pere ji banka navendî ya Sûriyeyê hatiyne dizîn.

Wezareta Hundirîn a Iraqê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku hêzên têkildar ên parêzgeha Kerkûkê erebeyeke barhilgir ku bi mîlyaran lîreyên Sûriyeyê tê de bûn, desteser kirin.

Wezaretê diyar kir ku wan 5 mîlyar lîreyên sûriyeyî desteser kiriye û hatibû plankirin ku ber bi cihekî nediyar ve werin derbaskirin

Hat diyarkirin ku guman hene ew pere ji banka navendî ya Sûriyeyê hatine dizîn.

Girêdayî wê, gumanên din hene ku ew pere yên kesayetên Sûriyeyê yên girêdayî rejîma berê yên ku reviyane Iraqê bin.

)mh/şx)